Li Efrînê çekdaran dest danîn ser bi hezaran darên zeytûnan

06-10-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Cindirês Rojavayê Kurdistanê Zeytûn
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Cindirês a Efrînê li Rojavayê Kurdistanê çekdarên opozisyona Tirkiyê yên ser bi Tirkiyê ve dest danîn ser 32 hezar darên zeytûnan.

Zanyariyên xwecihî ji Herêma Efrînê diyar dikin ku herdu grûpên çekdar ên bi navên “Semerqend” û “Lîwaa Elweqas”, ku ser bi artêşa Tirkiyê ne, li nahiyeya Cindirêsê dest danîne ser 32 hezar darên  zeytûnan.

Li gorî heman zanyariyan, ew dar ên xelkên gundê Kefer Sefre ne. Ji wê hejmarê 450 darên welatiyê bi navê Hisên Mihemed Termûş ne, 650 darên malbata Mihcim Hac Ebdo ne, 300 darên malbata Reşîd Îbiş in, û bêhtir ji 10 malbatên din hene ku bi nav û hejmarê hatiye belgekirin ku her yek çend darên wî dest li ser hatiye danîn, ku hinek ji wan bêhtir ji hezar darên zeytûnan, ku çekdaran dest danîne ser.

Herwiha carna jî li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî şer di navbera çekdaran de derdikeve.

Çend çavkaniyên xwecihî ji nava Efrînê duh belav kiribûn ku çekdarekî eşîreta Miwalî yê bi navê Ebû Redah li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî, li gundê Qestel Miqdad ê ser bi nahiya Bilbilê ve hatiye kuştin.

Li gor wan çavkaniyan, di navbera endamên wê eşîretê de li ser dabeşkirina zeytûnên ku ji erdên gundê Qestelê dizîne, şer derketiye û ew çekdar ji aliyê kurmamê xwe ve hatiye kuştin.

Li herêma Efrînê, nêzîka 19 milyon darzeytûn hene ku dike %20 ji darzeytûnên Sûriyê. Salane nêzîka 55.000 ton zeyt berhem didin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, nêzîka 700,000 darzeytûn û darên fêkî bi destê grûpên çekdar û kesûkarên wan ên hawirde hatine birîn û şewitandin. Herî dawî, di meha Îlona borî de, 205 darzeytûn hatine birîn.

Ji dema ku herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, bi sedan hektar daristan hatine birîn û şewitandin. Herwiha nêzîkî 700 hezar darzeytûn û darên fêkî li herêmê hatine birîn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji sala 2018an ve ji aliyê Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve hatiye dagîrkirin, çekdar mal û milkên welatiyên sivîl li Efrînê talan dikin û ti aliyek rêgiriyê li ber wan nagire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst