Li Rihayê zarokê 4 salî televîzyon bi ser de ket û canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî Rihayê li Bakurê Kurdistanê, zarokê 4 salî ku televîzyon bi ser de ket canê xwe ji dest da.

Bûyer îro li gundê Ebû Hemadê yê ser bi navçeya Serêkaniyê ya parêzgeha Rihayê çê bûye û li gor agahiyên hatine belavkirin, zarokê bi navê Ferhat Çakmak ê 4 salî dema li malê dilîst televîzyon bi ser de ketiye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û Ferhat Çakmak, bo Newxeşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê veguhestin.

Ji ber rewşa wî ya giran, Ferhat Çakmak paşê ji Newxeşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê bo Newxeşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê hat veguhestin.

Çakmakê 4 salî teve hemû midaxaleyan canê xwe ji dest da.

Termê Çakmak ji bo karûbarên otopsiyê, bo Saziya Pizîşkiya ya Dadê ya Rihayê hatiye veguhestin.