Li Erzinganê dest bi ser 543 berhemên dîrokî de hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tercan a ser bi parêzgeha Erzinganê ve li Bakurê Kurdistanê, polîsan di minubûsekê de dest danîn ser 543 berhemên dîrokî.

Li gor agahiyan Tîmên Şaxa Rûbrûbûna Tawanên Rêkxistî û Qaçaxiyê yên girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Erzinganê li dijî kesên ku qaçaxiya kelûpelên dîrokî dikin lêkolînek da destpêkirin.

Di çarçoveya wê lêkolînê de îro 6ê Cotmeha 2021an  hêzên ewlekariyê li xala kontrolê ya polîsan a Erzinganê, minubûsa welatiyê bi navê R.Ş rawestandin û di minûbûsê de dest bi lêgerînê kirin.

Di encama lêgerînê de  hêzên ewlekariyê dest bi ser  444 polik, 23 gustîlk, 10 serikên tîrên kevanê û çendîn kelûpelên din ên dîrokî  jî di nav de, bi tevahî 543 berhemên dîrokî de girtin

Li gor zanyariyan xwediyê minûbûsê ku bi tometa qaçaxiya berhemên dîrokî hatibû destserkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.