Tirkiyê Çiyayê Metîna bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyê îro piştî nîvro careke din Çiyayê Metîna li nêzîk gundê Guherz û Belave li devera Nihêlê ya ser bi bajarokê Dêrelûkê bombebaran kirin.

Rêveberê Bajarokê Dêrelûkê, Samî Berwarî ji Rûdawê re ragihand, îro devera Nihêlê li sînorê bajarokê Dêrelûk a qezaya Amêdiyê ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.

Samî Berwarî diyar kir, di demjimêr 13:00an de yekem bombebaran li deverê hatiye kirin û dengê bombebaranê li şeş gundên deverê hatiye bihîstin.

Fayeq Belaveyî welatiyekî niştecihê gundê Belave vîdyoya bombebaranê ji Rûdawê re şandiye û dibêje, Tirkiyê şeş caran Çiyayê Metîna bombebaran kiriye û ji ber wê yekê xelkê deverê gelek tirsiyaye.

Di 3 mehên bihorî de û piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê bo ser navçeyên sînorê parêzgeha Duhokê, nêzîkî 15 caran ew navçe li Çiyayê Metîna hatiye bombebarankirin, berî çar heftiyan jî heşt caran li ser hev ew cih hatiye bombebarankirin.