BARZAN – Cotkarekî Kurd di 2 donim zewî de bûye xwediyê 30 ton êmê Garis

06-10-2019
Bextiyar Qadir
Nîşan Herêma Kurdistanê Barzan Garis
A+ A-

Barzan (Rûdaw) - Li devera Barzan a Başûrê Kurdistanê, projeyeke çandina garis hatiye cîbicîkirin, ji bilî ku berhema wê projeyê baş e, ji êmê garisên wê projeyê jî sûdeke zêde tê wergirtin.

Cotkarên ku di wê projeyê de kar dikin, dibêjin، andina garis sûdekî zêde heye ji bo mirovan û bermayiyên wê jî ji bo ajelan tê bikaranîn.

Ew proje bi 900 hezar dînaran hatiye destpêkirin û li zeviyekî 2 donimî garis hatiye çandin.

Cotkar û ajeldar, Yûsif Heskoku li deveran Barzan dijî, ji Rûdawê re ragihand: “Xercê me yê êm zêde bû û me sûdeke wisa ji ajeldariyê nedidît, lewma me hizir kir, ku em çavkaniya êm ji xwe re dabîn bikin û altertatîvek ji bilî garis nehate hizra me.”

Nirxê yek tone vê êmê di bazaran de derdora 170,000 dînarê Iraqî ye. Yûsif di du donim zewî de, nêzîkî 30 ton êmê garis berhem aniye ku xercê wê tenê 900 hezar dînar bûye.

Endazyarê Kiştûkalê, Mihemed Reşîd derbarê sudden çandina garis de ji Rûdawê re got: “Garis di donimeke zewî de, berhemeke zêde dide û lêçûna wê jî kêm e, di warê hemû vîtamînên ku ajelan pêwîstî pê heye, dewlemend e û hevdem goşt û şîrekê zêdetir ji ajelê bi dest mirov dikeve, herwiha garis çêlan tendirust dihêle û berhema wan zêde dike.”

Êma Garis dikin di zerfekê de û serê wê zerfê qahîm dikin, ku hewa neçe nav. Ev êm di nava 40 rojan de tirş dibe û heta bêtir dem bi ser re derbas be, nirxê wê yê xorekê zêdetir dibe.

Yûsif Hesko dibêje: “Min ji vê çêla xwe rojane tenê 3 heta 4 kîlogram şîr bi dest dixist, lê niha nêzîkî 20 roj e ku vê êma garis dixwe û rojane 8 heta 9 kîlogram şîr dide. Bi rastî gelek cuda ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst