Hewlêr (Rûdaw) - Derdê bê welatîbûna Kurdên Rojavayê Kurdistanê bidawî nabe, tevî ku piştî kirîza Sûriyê Beşar Esed biryar da ku nasnameya Sûrî dubare bide Kurdên bê nasname, lê hîn jî gelek malbat nasnameya xwe wernegirtine, ji ber bê nasnameyê, zarokên vê malbatê nikarîn xwendina xwe temam bikin.
Roja 5ê Cotmeha 1962an, 150 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji nasnameya sûrî hatin bêparkirin. Piştre hejmara wan gihişte 300 hezar Kurdan, ji wan re digotin biyaniyên Hesekê, herweha 150 hezar jî bûne Mektûm El Qeyid.
Tevî ku serokê Sûriyê Beşar Essed biryar dabû, nasnameyê ji wan re vegerîne jî, lê heta niha gelek Kurdên Rojavayê Kurdistanê bê nasname ne.
Hinek malbat ev 57 sal in bê nasname ne, lê hêvî dikin, ku neviyên wan karibin weke welatiyekî normal jiyana xwe derbas bikin û nasnameya sûrî werbgire.
Dayîka 10 zarokên mektûm Şemsa Yûsif dibêje: “Êşa min dîtî niha neviyên min dibînin. Tiştek li ser navê wan nayê tomarkirin. Nikarin herin Şamê, Helebê, nikarin herin daireyeke fermî. Em jî dixwazin weke xelkê bin, lê heta niha me deverek nedîtiye. Zarên zarê min dixwazin xwendina xwe bikin.”
Kurdên bê nasname nikarin di dezgehên hikûmetê de kar bikin, ev zêdetirî 50 salî ne, di rewşeke awarte de dijîn, Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî li Kantona Cezîrê hêvî dike di destûra bê de mafê nasnameyê were vegerandin.
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî li Kantona Cizîrê Welîda Botî jî got: “ Wan êş dîtine. Em ji ber êşa wan hewl didin zêdetir derfeta kar bidin wan. Xanî avahiyên na ne li ser navê wan e. Ji derketina derve mehrûm mane.”
Sal derbas dibin, êşa û azara bi sedan malbatên Rojavayê Kurdistanê bê çareser dimînin, ew nikarin belgenameyeke zanistî jî bidest bixin, Kurdên Mektûm El Qeyid rewşa wan xirabtir e û nikarin, ne zarok û ne jî hevjînên xwe li ser navê xwe qeyid bikin, ew li bendê bi çareserkirina kirîza Sûriyê, pirsa wan jî were çareserkirin û bibin xwedî welatek.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse