Şandina hêza leşkerî bo ser sînorê Rojava berdewam e

06-10-2019
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku Serokomarê Tirkiyê gefa operasyoneke leşkerî bo rojhilatê Firatê dixwe, artêşa wî welatî jî hêzê dişîne ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Ji 20emîn Fermandariya Lîwaya Zirxpoş a Rihayê 10 barhilgirên ku otomobîlên zirxpoş hilgirtibûn, bo qezaya Kaniya Xezalan a ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şandin.

Karwanê leşkerî demjimêrên şevê ji Rihayê derket û di jêr tedbîrên ewlekariyê de gehişte bajarokê Kaniya Xezalan.

Bargilgirên ku otomobîlên zirxpoş hilgirtibûn gehiştin 3emîn Fermandariya Lîwaya Sînor û hat ragihandin ku li xalên ser sînor tên bicîh kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan du di civîna partiya xwe ya li Kizilcahamama Enqereya paytexta wî welatî gotarek pêşkêş kir û di gotare xwe de, derbarê operasyoneke bo ser Rojavayê Kurdistanê got ku wan hemû amadekariyên xwe pêk anîne, fermanên pêwîst dane û diyar kir, “operasyon bi qasî îro an sibê nêzîk e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst