Tevegra Goranê piştî ragihandina encamên fermî biryara xwe dide

Silêmanî (Rûdaw) -  Endamekî Civata Nîştimanî ya Goranê ragihand, Tevgera Goranê piştî eşkerebûna encamên fermî yên hilbajiartinê dê biryara xwe ya li ser çawaniya miamelekirina ji bo Parlamentoya Kurdistanê bide û dibêje: “Piraniya cemawer û dengderên Goranê li gel boykotê ne, lê biryara dawiyê ya civata nîştimanî ye.”

 

Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê Nizar Mehmûd li parêzgeha Helebceyê ji  Rûdawê re diyar kir, ku heta encamên fermî yên Parlamentoya Kurdistanê neyên ragihandin, Tevgera Goranê ti biryarekê li ser encamên hilbijartinê nade. Çaverê dikin gilî ji aliyê komîsyonê ve werin yekalîkirin, ku kengî ew hat kirin û encamên fermî hatin ragihandin, wê demê Goran biryara xwe li ser wê dide, ku miameleyek çawa li gel encamên hilbijartinê bike.

 

Wî endamê Civata Nîştimanî ya Goranê got: “Piraniya cemawer û dengderên Goranê li gel boykotkirina xebatên parlamentoyê û redkirina encaman e.” Lê herwiha got, biryara dawî ya civata nîştimanî ye.

 

Li gor wan encamên heta niha hatine ragihandin, Tevgera Goranê bi şêweyekî berbiçav dengên xwe di hilbijartina 30yê Îlonê ya Parlamentoya Kurdistanê de kêm kiriye û hejmara kursiyên wê ji 24 kursiyan daketiye 12 kursiyan.