Li Duhokê dengên Yekgirtûya Îslamî %25 kêm bûye

Duhok (Rûdaw) - Li gor amarên Jûra Hilbijartinan a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, di gera çarem a Parlementoya Kurdistanê de 187 hezar û 642 dengên Yekgirtû hebûn, lê li gor amarên destpêkê di hilbijartinên gera pêncem a parlementoyê de, 69 hezar û 477 deng bi dest xistine.

 

Berbijêrê Hevpeymaniya ber bi Îslahê Dr. Îsmaîl Sigêrî ji Rûdawê re diyar kir, yek ji sedemên kêmbûna dengê wan, guhertina logoya partiyê bû, dengder nezanîn dengê xwe dide kê.

 

Berevajî hilbijartinên borî, vê carê gazinên Yekgirtûya Îslamî ji komîsyonê nîn in, Yekgirtû ji cemawera xwe gazindan dike.

 

Selîm Tîlerî ku ezmûna wî ya hilbijartinan a 13 salan a li gel Yekgirtû heye û Cîgirê Rêveberê Giştî yê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Duhokê ye, hilbijartinên vê carê weke hilbijartinên herî paqij dibîne.

 

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Duhokê Selîm Tîlerî ji Rûdawê re ragihand, "neku kêmasî tinebûn, lê bi nêrîna min, li gor hilbijartinên berê yên Kurdistanê, ku ezmûna me heye weke çavdêriya siyasî, ev hilbijartin ji hemûyan paqijtirbû".

 

Salên derbasbûyî, li devera Behdînan partiya ku rikeberiya bihêz bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dikir, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bû. Yekgirtû di hilbijartinên Parlementoya Iraqê de li devera Behdînan 43 hezar û 700 deng bi dest xistibûn, lê di vê hilbijartinê de li gor amarên destpêkê, 33 hezar û 214 deng bi dest xistine.