Şêrwan Zirar: Tenê komîsyon dikare encamên hilbijartinê red bike

06-10-2018
RÛDAW
6 endamên encûmena komîsyonê divê encaman pesend bikin
6 endamên encûmena komîsyonê divê encaman pesend bikin
Nîşan Şêrwan Zirar Komîsyon Hilbijartin Encam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinê û yekalîkirina skalayan, di derbarê pesendkirina encaman de guftûgoyan dike.

 

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar ji bo Rûdawê ragihand, desthilatiya pesendkirin û redkirina endamên hilbijartinê tenê di destê komîsyonê de ye û piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinê û yekalîkirina skalayan encûmenên komîsyonê li ser biryara dawî guftûgo dike.

 

Ji bo pesendkirina encamên hilbijartinê ji 9 endamên encûmena komîsyonê pêwistî bi dengê 6 endaman heye. Di nav wan 9 endamên encûmena komîsyonê de 3 endam ser bi PDKê ve, 2 endam ser bi YNKê ve, 2 endam ser bi Goranê ve, endamek ser bi Komela Îslamî û endamek jî ser bi Yekgirtûya Îslamî ve ye.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê %85ê encamên ne fermî yên hibijartina Parlamentoya Kurdistanê ragihand, lê ji bilî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  ti aliyekî din bi fermî pêşwazî li wan encaman nekir.

 

 Dezgeha Hilbijartinê ya YNKê li ser encamên ne fermî daxuyaniyek belav kir û guman xwe di derbarê wan encaman de nîşan da û got: “Neheqî û zilmeke mezin li dengderên YNKê hatiye kirin û me bi belgeyan çend giliyên xwe li komîsyonê kiriye. Divê komîsyon ji bo yekalîkirina skalayan bêalî hemû rêkarên siyasî bigire ber xwe. Eger komîsyon skalayên yasayî û selimandî li pêş negire, dê YNK xwediyê helwesteke cuda be.”

 

Di heman demê de Nifşa Nû encamên hilbijartinê red dike û nûnerê Yekgirtûya Îslamî jî li komîsyonê amade nebû, ku guftûgo li ser encaman bike û herwiha xwest aliyên din jî encaman guftûgo nekin.

Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan ragihand, ku hezar 45 giliyên yasayî di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de hatine tomarkirin û li ser hemû giliyan hûrgilî dibin. Herwiha li ser hemû sindoqên ku girêdana wan a bi qurdeleyên sor sedema pirsyarê bû, hûrgilî dibin û ew qurdeleyên sor jî li ser encama hilbijartinê karîgeriyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst