Tirkmen ji ber koça dawî ya Mam Celal xemgîn in

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkmenên li Başûrê Kurdistanê koça dawî ya Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî weke ziyan û wendahiyeke mezin dibînin.

 

Hinek serkirdeyên partiyên tirkmenî yên Başûrê Kurdistanê, di serdemên cuda de li gel Celal Talebanî li dijî rejîma Bees xebat kirine. Ew dibêjin, nebûna Mam Celal gelek bandorê li hemû aliyan bike.

 

Melayê Mizgefta Hebîb Axa Hirimzilî Mele Star ku hemwelatiyekî tirkmen e, dibêje: “Kurd, tirkmen, ereb û kildan, heta Îran, Tirkiye û Amerîka jî ji ber koça dawî ya Mam Celal dilgiran û xemgînin. Wî ji bo Iraqê hemû tiştek kir. Hêvîdar im Xweda wî bi biheşta xwe şa bike.”

 

Tirkmen dibêjin, wan ti caran hest pê nekiriye, ku Celal Talebanî cudahî xistibe nav pêkhatgeyan û mirovekî pir dadperwer bûye.

 

Hemwelatiyê tirkmen Xazî Feysel jî dibêje: “Xweda lê xweş be, Mam Celal mirovekî gelek baş bû. Ez tirkmen im lê ti cudahiyek di navbera me de nîne. Dema ew serok bû ne şer û ne jî cudahî hebû.”

 

Mam Celal her dem xwe weke Kerkûkî dîtiye. Lewma gotina wî “Ji bîr nekin ez jî Kerkûkî me” nayê jibîr kirin.