YRK: Gerîlayên me bi plangerî şehîdbûn

Hewlêr (Rûdaw) – Baskê leşkerî yê PJAKê, Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku li navçeya Selasî Bawecana Kirmanşanê tîmeke gerîlayên wan di encama plangeriya pasdarên Îranê de şehîd bûne.

 

Fermandariya YRKê bi daxuyaniyekî ragihand, "Roja 4'ê Cotmehê komek ji gerîlayên YRKê bi rêya plangeriyê ya pasdar û cehşên heremî li navçeya Selas Bawecanî ya parêzgeha  Kirmanşanê şehîd bûne.”

 

YRKê ragihand ku dê agahiyên berfireh di rojên di pêş de bên parvekirin.

 

Hêjayê gotinê ye ku duh Fermandarê Hêzên Erdî yê Artêşa Pasdaran Mihemed Pakpûr eşkere kir ku “bi hevkariya hêzên xwecihî, komekî 12 kesî yê çekdarên ku xwestine bên nav axa Îranê, hatine kuştin.”

 

Pakpûr, koma çekdaran weke dijberên şoreşê û sîxorên Amerîka û Îsraîlê binav kiribû û dabû zanîn ku li ser çekdaran hejmareke zêde yê çek û teqemeniyan jî hatiye desteserkirin.

  

Çavkaniyekî nêzîkê Artêşa Pasdaran jî ragihandibû ku li ser kesên hatine kuştin nasname derketine û li ser nasnameyan jî wêneyên serokê PKKê Abdullah Ocalan hebûye. 

 

Çavkaniya navborî ragihandibû ku dibe ev kes ser bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bin.