Li Urmiyeyê 2 qezayên trafîkê: 3 kesan canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di 2 qezayên trafîkê de 3 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Doh li ser rêya Miyandiwaw-Sayîn Qelayê ya parêzgeha Urmiyeyê otomobîlek qulibî û 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Birêvebirê Tenduristiyê yê Urmiyeyê Ferzîn Rezazade ragihand ku tîmên wan birîndar birine nexweşxaneyê.

Rezazade da zanîn ku yek ji wan kesên ku canê xwe ji dest daye zarokekî 4 salî ye.

Li aliyê din, Birêvebirê Xaça Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî jî ragihand, roja pêncşemê li nêzîkî bajarê Makûyê di qezayekê de 3 kes birîndar bûne.

Li gorî Hemîd Mehbûbî, 2 otomobîl li hev qelibîne û piştî çûyîna tîmên wan, birîndar hatine dermankirin û piştre ew birine Nexweşxaneya Makûyê.

Her sal li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hejmareke zêde ya xelkê di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest dide.