Rayedarên pilebilind ên Îraq û Herêma Kurdistanê dê bicivin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Îraqê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîrên Karûbarên Aborî yên Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê roja Yekşemê li Hewlêrê bicivin.

Berpirsekî pilebilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, di civîna ku dê hejmarek wezîrên Îraqê û hevtayên wan ên Herêma Kurdistanê beşdar bibin, dê çend pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, şandeya Îraqê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên dê li Hewlêra paytext bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive.

Civîn dê bi beşdariya Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Muhammed Elî Temîm, Wezîrê Darayiyê Teyf Samî, Wezîrê Bazirganiyê Esîr Dawid Selman, Wezîrê Xebat û Karûbarên Civakî Ahmet Casim Sabîr, Sekreterê Giştî yê Serokwezîriyê Hamid Nayim, Serokê Banka Navendî ya Îraqê Elî Allaq û gelek rayedarên din were lidarxistin.

Di civînê de dê pirsgirêkên darayî û siyasî yên Hewlêr û Bexdayê werin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst