Şerefxan Cizîrî: Divê parlamenter li Kurdistanê bi Kurdî biaxivin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bû mêvanê bultena Rûdawê
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bû mêvanê bultena Rûdawê
Nîşan Platforma Zimanê Kurdî Kampanyaya Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Zimanê Kurdî li ser destpêkirina sala nû ya perwerdeyê got, “Dê zarok dîsa têkevin nava çerxeke dijwar a asîmîlasyonê.”

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî da zanîn ku "Divê şaredar, berpirs û serok bi Kurdî biaxivin."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 9ê Îlonê sala nû ya perwerdeyê dest pê dike.

Platforma Zimanê Kurdî berî destpêkirina sala nû ya perwerdeyê civîneke rojnamegeriyê li dar xist û daxuyaniyek belav kir.

Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniya xwe de got:

“Dê 9ê Îlonê dibistan vebin lê zarokên Kurd nikarin bi zimanê Kurdî perwerde bibin.

Dê dîsa têkevin nava çerxeke dijwar a asîmîlasyonê û di nava diranên wê de werin hêran.”

Platformê destnîşan kir ku nebûna perwerdeya “zulm e, zor e, bûyereke nemirovî ye û di tu ol û baweriyan de jî nayê qebûlkirin.”

Platforma Zimanê Kurdî diyar kir ku divê astengî û qedexeyên li hemberî mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ji holê rabin.

Platforma Zimanê Kurdî ji 9 partiyên siyasî pêk tê.

"Dixwazin ku di vî warî de gav werin avêtin"

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bû mêvanê bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser bernameya wan a sala nû ya xwendinê got:

“Pirsa zimên niha ketiye rojevê. Berî çend salan dema ku dest pê kir pirsa zimanê Kurdî ev qasî ne li pêş bû.

Em niha dibînin ku rêxistin, partî û gelê me pirsa zimên derdixin pêş û dixwazin ku di vî warî de gav werin avêtin.”

Şerefxan Cizîrî bal kişand ser wê yekê ku divê ji bo zimanê Kurdî xebatên zêdetir werin kirin.

Cizîrî diyar kir ku divê şaredar, serok û berpirs bi zimanê Kurdî biaxivin û anî ziman:

"Mixabin dema ku ziman tenê bû alava propagandayê di wir de şaşî heye.

Divê pirsa zimên bibe pirsa nasnameya mirov. Nabe dema ku bû rojev em pê biaxivin û piştre dev jê berdin.

Gelek parlamenter tên li welatê me jî bi Tirkî diaxivin, ev şaşiyeke pir mezin e."

Li gorî amarên ku Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn belav kiribûn, di sala xwendinê ya 2023-2024an de, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 20 hezar û 379 xwendekaran dersa Kurmancî û 2 hezar û 607 kesan jî dersa Kirmanckî bi giştî 23 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine.

Li aliyê din, li gorî amarên nefermî yên ku Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) ku li 12 parêzgehan ji mamostayên Kurdî kom kiribûn, 25 hezar û 644 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst