Sêrt: Jin pelên mêwan difiroşin Awistralyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Jinên gundê Mavîtê yê navçeya Xizxêrê ya parêzgeha Sêrtê kooperatîfek ava kiriye û li kooperatîfê tiştên xwemalî çêdikin.

Berhemê wan ê herî navdar jî pelên mêwan ên şoravkê ne.

Ew pelan bi markaya xwe hinardeyî derveyî welêt dikin.

Alîkara Serokê Kooperatîfê Neslîhan Îrgavê li ser karê xwe got:

“Me Kooperatîfa Berhemên Destên Jinan ava kir.

Me bi 7 kesan dest pê kir. Berê pelên me kom dikirin dema ku diman roja piştî wê xirab dibûn.

Ji bo ku em wan pelan neavêjin em bi jinan re civiyan û me biryar da ku em dest bi projeyeke bi vî awayî bikin.

Me projeya xwe pêşkeşî Rêveberiya Çandinî û Daristanan kir, wan jî piştgirî da projeyê û me ev kooperatîf vekir.”

Wan dema dest bi vî karî kir 7 kes bûn lê niha hejmara wan gihiştiye 16 kesan.

Ji ber ku karê wan zêde bûye ji gundên derdorê jî jin ji wan re pelan tînin.

Ew tevî pelên şoravkê, dims, tirşî, ava bacanan û dimsê îsotan jî çêdikin.

“Em hinardeyî derveyî welêt dikin”

Endama kooperatîfê Yusra Îrgavê jî anî ziman:

“Em pelan dixin şoravkê û piştre em etîketan lêdixin û ji bo firotinê amade dikin.

Em beşekî zêde hinardeyî derveyî welêt dikin.

Her wiha em difiroşin market û dikanan jî.

Berê me li malê çêdikir, zehmet bû lê li vir şert û mercên kar baştir in û ew karê me asantir dike.”

Kooperatîfa ku berî 2 salan li ser rûberê 300 metre çargoşeyî hatiye vekirin, heta niha bi markaya xwe beşdarî çend pêşangehên navxwe û derveyî welêt bûye.

Li ser daxwazê ew niha 20 ton pelên şoravkê hinardeyî Awistralyayê dikin.

Ev kar ji bo jinan bûye çavkaniyeke girîng a dahatê.