Amerîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tirkiye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê li ser operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê got, “Divê sivîl werin parastin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde da.

Şandeyeke ewlehiyê ya bilind a Îraq û Tirkiyeyê li ser peymana ku meha Tebaxê li Enqereyê ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebasî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ve hatibû îmzekirin, li hev kir.

Li gorî peymanê, Îraq û Tirkiye dê navendeke hevahengiya ewlehiyê li Bexdayê ava bikin.

Navend dê di bin fermandariya operasyonên hevbeş de be û bi hevbeşî di navbera Îraqê û Tirkiyeyê de were birêvebirin.

Erkê navendê bihevguhertina zanyariyên îstixbaratî yên li ser sînor û gihandina zanyariyên ji aliyên operasyonî û stratejîk ên ji bo baregehên bilind ên her du aliyan e.

Peyman ji 10 made û çend xalan pêk tê û tê de behsa hevahengiya her du aliyan (Îraq û Tirkiyeyê) a ji bo “parastina ewlehî û berjewendiyên xwe yên neteweyî û bipêşvebirina hevahengiya ewlehî, leşkerî û îstixbaratî ya bi rêya bipevguhertina zanyariyên li ser rêxistinên terorî” dike.

Her wiha Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî dê bibe endamê komîteya hevbeş a bi serokatiya efserên Îraq û Tirkiyeyê û dê çavdêriya peymanê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser mijara û geşedanên dawî ji Rûdawê re got:

“Em bi berdewamî Hikûmeta Tirkiyeyê teşwîq dikin ku bi berpirsên hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê re li ser operasyonên leşkerî hevahengiyê bike û sivîlan ji metirsiyê biparêze.”

Li gorî Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT), di nava 33 salan de ji ber êrişên Îran û Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê 845 sivîl bûne qurbanî ku 425 kesan ji wan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst