Capital Of Fashion Ankara: 'Festîval ne bi dilê me bû'

2 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Festîvala Capital Of Fashion Ankarayê Cilûberg Odeya Bazirganiyê ya Dihokê Odeya Bazirganiyê ya Helebceyê Tirkiye Îraq Îran Cotkarên Bakurê Kurdistanê Bazirganên Herêma Kurdistanê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Bazirganên cilûbergan ên Herêma Kurdistanê tevlî Festîvala Yekemîn a Capital Of Fashion Ankarayê bûn.

Şandeyên Odeya Bazirganiyê ya Dihokê û Odeya Bazirganiyê ya Helebceyê jî tevlî festîvalê bûn.

Bazirganên Kurd eşkere kir, tiştê ku wan hêvî dikir di festîvalê de nebû û festîval ne bi dilê wan bû.

Sektora cilûbergan û tekstîlê beşeke girîng e di hinardekirina Tirkiyeyê de.

Her wiha Îraq û Herêma Kurdistanê jî di mijara tekstîlê de ji bo Tirkiyeyê bazarên giring in.

Gelek kompanyayên Îraq û Herêma Kurdistanê cilûbergan ji Tirkiyê hawirde dikin.

Nêzîkî 100 kompanyayên Tirkiyeyê yên di warê cilûbergan de weberhênanê dikin û berhemên xwe hinarde dikin li pêşangehê bûn.

"Nêzîkî 500 bazirgan û mêvanî jî hatine"

Berpirsê Pêşengehê Remzî Çayir li ser pêşangehê ji Rûdawê re wiha got:

Li pêşengaha me nêzîkî 100 kompanyayî hene. Em li vir pêşengehan çêdikin. Ji welatên cuda nêzîkî 500 bazirgan û mêvanî jî hatine pêşengehê.

Ji Îran, Îraq û welatên Erebî nêzîkî 500 bazirgan hatine pêşangeha me.”

Her wiha şandeyeke Odeya Bazirganiyê ya Dihokê û şandeyeke Odeya Bazirganiyê ya Helebceyê li festîvalê ye.

“Pêşangeh ne li gorî hêviyên me bû”

Bazirganê Odeya Bazirganiya Helebceyê Ehmed Saif Farî got:

"Pêşengeh wekî ku me fikir dikir derneket. Me fikir dikir ku herî kêm dê 1000 kes bên pêşengehê lê hejmar hinekî kêm e.

Dîsa jî me derfet dît ku em li hinek modêlên nû temaşe bikin û hinek modayên nû bibînin.

Înşelah dê derfeta me çêbibe ku em bazirganiyê bikin û dê sûda her du aliyan jî tê de hebe.

“Hatina pêşangehê ji bo me baş bû”

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Helebceyê Barzan H. Rashid jî wiha got:

“Berhemên cil û bergên Tirkiyeyê di bazara Îraq û Herêma Kurdistanê de hene. Ji ber wê bazirganên me hatin da ku em girêbestên nû çêbikin û bi hev re kar bikin.”

Bazirganê ji Helebceyê Nizar Mihemed jî li ser pêşangehê wiha got:

Pêşengeh heta radeyekê bi dilê me bû. Em wekî Odeya Bazirganiyê ya Helebceyê odeyeke nû ne.

Ji bo me gelekî giring e û pêwîst e ku em dawetî pêşengehan bên kirin û kompanyayan nas bikin.”

Bazirganê bi navê Suleyman Altınbiçak jî bazirganiyê bi Herêma Kurdistanê re kir û wiha got:

Muşteriyên me ji Dihokê, Kerkukê, Silêmaniyê hene dîsa ji Hewlêr û Bexdayê jî bazirgan hene ku em wan re bazirganiyê dikin.

Bazirganên Kurd û Ereb em bi wan re danûstandinê dikin.”

Bazirganên Bakurê Kurdistanê jî li festîvalê bûn

Bazirganê bi navê Musa Agaoglu jî li ser pêşangehê wiha got:

“Karê me baş e, em zû de vî karî dikin û em ji bo festîvalê hatin û em her sal li cem heman kompanyayê cilûbergan dikirin.

Berhemên wan baş in. Ez cilûbergan li Tetwan, Bedlîs û Kurdistanê difiroşim.”

Bazirganê bi navê Habîp Ok jî ji Êliha Bakurê Kurdistanê tevlî pêşangehê bûye.

Li gorî gotina Habîp Ok rewşa karê wan baş e û ew bi kompanyayên Stenbol û Enqereyê re dixebitin.

Festîvala Capital Of Fashion Ankarayê wekî beşa "bazirganî" û beşa "nîşandana cilûbergan" hat lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst