HPGyê nasnameya fermandarekê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku fermandara YJA Starê ya bi nasnavê Nûjiyan Amed canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku Nûjiyan Amedê 23yê Tîrmeha 2023yan li Başûrê Kurdistanê di êrişa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye û got:

Em soz didin ku em dê xewn û xeyalên hevrêya xwe Nûjiyanê bi cih bînin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya Nûjiyan Amedê bi vî rengî ye:

Nûjiyan Amed: Navê wê yê fermî Salîha Akbiyik e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê diyar kir Nûjiyan Amed sala 1993yan tevî refên gerîlayan bûye û fermandarên YJA Starê bû.