RÛBAROK - Şaredariyê ji bo ajeldaran 11 bîr kolan: 'Xweda xêra wî mezin bike'

10 xulek berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şaredarê Rûbarokê û 2 ajeldar/Wêne: Rûdaw Grafîk
Şaredarê Rûbarokê û 2 ajeldar/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Şaredariya Rûbarokê Av Pez Ajeldarî
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Di demsala havînê de ji bo ajeldar û cotkaran pirsgirêka mezin mijara avê ye.

Li navçeya Rûbarokê ya parêzgeha Colemêrgê jî bi salan e ajeldar pirsgirêka nebûna avê dijîn.

Şaredariya Rûbarokê bi projeyekê pirsgirêka xelkê navçeyê çareser kir.

Şaredariya Rûbarokê 11 bîrên avê lêdan û xelk jî dikare li ser wan bîran pezê xwe av bide.

Şaredariya Rûbarokê ji bo 11 gundên navçeyê bîrên avê kolan û ji bo bîran enerjiya pêwîst jî ji rojê tê dabînkirin.

11 bîrên avê li gorî qebareyê rojane 40 hezar serî pez û 3 hezar dewarî hatine amadekirin.

Şaredarê Rûbarokê Hasan Dînç li ser projeyê got:

“Ev bîra me ya dehan bû li deh gundên din jî me bîrên avê yên bi sîstema enerjiya rojê danîne.”

Li 11 gundên ku di encama projeya şaredariyê de av gihiştiyê derdora 5 hezar serî pez tê xwedîkirin karê gundiyan hêsantir kiriye.

Ew li benda projeyên zêdetiri n ku li navçeyê ajeldarî zêdetir bi pêş bikeve.

“Li nêzîkî 11 gundan niha êdî bîr hene”

Ajeldar Weysî Sevim kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

“Xweda xêra wî mezin bike.

Ne tenê ji bo gundê me ji bo hemû gundan bîr lêdan.

Li nêzîkî 11 gundan niha êdî bîr hene.

Berê dema em dihatin vir em neçar bûn pezê xwe ji bo avê bibin ser rûbar.

Niha êdî malata me li vir e û êdî ji bo avê pêwîst nake biçe ser rûbar.”

Şivanê bi navê Mihemedê Hecî Oguz jî anî ziman:

“Berê em li hêviya ava rûbaran bûn.

Gelek pirsgirêk hebûn, niha gelekî baş e, mala serokê şaredariyê avaö mer û malatê me avê vedixwe.”

Li gorî agariyên ku Şaredariya Rûbarokê dan Rûdawê ji bo projeya avdana pez ji bo her gundekî 400 hezar lîreyên Tirkî bi giştî 4 milyon 400 hezar lîreyên Tirkî ji budçeya şaredariyê hatiye xerckirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst