HÎN MAYE: Penaberiya ji Kurdistanê, azar û êşên li ser sînorên Ewropayê

06-09-2024
HÊVÎDAR EHMED
Hêvîdar Ehmed\ Rûdaw Grafîk
Hêvîdar Ehmed\ Rûdaw Grafîk
Nîşan Îtalya Brîtanya Kendava Îngilîz Fransa Penaberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêvîdar Ehmed vê carê çûye daristana Dunkirkê ya bakurê Fransayê ku bûye rawestgeheke dawî ya penaberên diçin Brîtanyayê.

Ev daristan bi taybetî bûye rawestgeheke koçberên Herêma Kurdistanê û qaçaxçiyên Kurd hukimdariyê li wê daristanê dikin.

Hêvîdar Ehmed di vê xeleka bernameya “Hîn Maye” de rêya koçberiyê ya ji Herêma Kurdistanê heta Brîtanyayê nîşan dide.

Penaber di ser çend welatan re derbas dibin û xwe digihînin bakurê Fransayê.

Ev daristan di navbera Fransa û Brîtanyayê de xala bejayî ya herî dawî ye. Di navbera Fransa û Kanala Îngilîz de cih digire.

Li vê qonaxê mesafeya navbera her du welatan bi tenê 34 kîlometre ye.

Penaber bendawarên hilatina rojê ne, bi derketine tîrêjên rojê re li belemên xwe siwar dibin û xwe diavêjin nava bextê derya û qaçaxçiyan.

Dema ew dikevin nava deryayê êdî ew û pêlên deryayê dimînin. Li nava deryayê yan dimirin û yan jî jiyana ku ji bo wê xeyalê hatibûn dest pê dike.

Zarokekî 11 salî jî bûye penaber

Gelek penaberên Kurd bi taybetî yên ji Herêma Kurdistanê li daristana Dunkirkê ne.

Zarokekî 11 salî yê ji Herêma Kurdistanê jî daye dû wê rêya koçberiyê.

Navê wî Jiwan e û bi tikîtenê ye. Jiwan eşkere dike ku wî dixwest bibe penaber û derketiye rê.

Hêvîdar Ehmed çûye herêma Calabriayê ya başûrê Îtalyayê, koçberên ji Tirkiyeyê jî li vê Calabriayê dadikevin û ji wir jî derbasî Ewropayê dibin.

Lê fokusa Hêvîdar Ehmed li ser daristana Dunkirkê ye û bi qaçaxçiyan re axiviye.

Li gorî gotina qaçaxçiyan ji sedî 40ê penaberên ku ji Dunkirkê derbasî Îtalyayê dibin Kurd in.

Ji sedî 30-40ên wan jî xelkên herêma Raperîn, Zaxo û Behdînanê ne.

15ê Hezîranê belêmeke penaberan li peravên Îtalyayê bin av bûbû û di wê bûyerê de 76 kesan canê xwe ji dest dabû ku 33 kes ji wan Kurd bûn.

Bi tenê 11 penaber bi saxî ji wê belemê rizgar bûn. Karesata wê belema penaberan hîn jî di rojeva Îtalyayê de ye.

Şiwan Serdeştî yek ji wan penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Şiwan Serdeştî li ser sedema penaberiyê wiha got:

“Dema xortek nikaribe mesrefên xwe bi xwe bide, şerm dike ji bavê xwe re bibêje, ‘Ez pereyan dixwazim’ dema ku kesek nexebite divê çi bike? Neçar dimîne ku were Ewropayê.’’

“Qaçaxçî hukimdarên daristanê ne”

Hêvîdar Ehmed li vê daristanê bi “hukimdarên daristanê” bi 2 qaçaxçiyan Kurd jî re rûdinê û bi wan jî re diaxive.

Li gorî gotina qaçaxçiyan ji sedî 40 kesên ku ew dişînin Brîtanyayê Kurd in û ew ji malên wan ti kesî bi zorê nabin wan welatan.

Qaçaxçiyan eşkere kir ku ji hemû herêmên Başûrê Herêma Kurdistanê xelk dibin penaber û bi taybetî xelkê Zaxoyê û Dihokê dibin penaber.

Li gorî zanyariyên qaçaxçiyan, ji destpêka salê heta niha 3-4 hezar Badînî bûne penaber.

Li daristanê gelek çek hene.

“Wan li daristanê cebilxaneyek ava kiriye”

Hêvîdar Ehmed pirsa çekan li qaçaxçiyan dike û diyalogeke wisa di navbera wan de derbas dibe:

Hêvîdar Ehmed: Min bihîst ku BKC, Kalaşnîkov, M4 û fîşek hene.

Qaçaxçî: Belê hene, her tişt heye, Kalaşnîkov, BKC her tişt heye.

Hêvîdar Ehmed: RPG jî heye?

Qaçaxçî: (Dikene) Na, ne tenê RPG û bombe hene, demançe jî hene... Metirsî heye lê carinan divê li vir çek hebe.

Li gorî ditîna Hêvîdar Ehmed, qaçaxiyên Kurd hakimên mutleq yên vê daristanê ne.

Ew ji bo parastina xwe û daristanê gelek çek û cebilxane li daristanê bi cih kirine.  

Ji Tirkiye, Îran, Îraq, Albanya, Hindistan, Afrîka, Somalî, Gurcistan, Bangladeş, Tacîkistan, Erître, Sûriye û Efxanîstanê penaber bi destê penaberên Kurd derbasî Brîtanyayê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir