Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heranê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 387 hezar lîre ceza li kesekî ku dûpişk digirtin hat birîn.

Li Rihayê kargehên jehra dûpişkan hene û ev sektor ji bo hinek kesan bûye deriyê debarê.

Xwediyê kargehan û hinek kes bi taybetî havînan gund bi gund digerin û dûpişkan digirin.

Parêzgariya Rihayê ragihand, tîmên Parastina Jîngehê ya Fermandariya Cendirmeyan li gundê Tucariyê yê Heranê otomobîlek rawestand û lê geriyan.

Di otomobîla ku şofêrê wê Y.Y. bû de di qutiyeke plastîkî de 270 dûpişkên zindî hatin dîtin.

Dûpişk ji Y.Y. hatin standin û dê careke din wan berdin jîngehê.

Ji ber ku bi awayekî neyasayî dûpişk girtine 387 hezar lîre ceza li Y.Y. hat birîn ku dike 11 hezar dolar.