Li Meletiyê otomobîl wergeriya: 4 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Meletiya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya newalê û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da.

Otomobîla Hasan Çiftçî diajot, li gundê Erkenekê yê Wêranşarê ji rê derket û wergeriya nav newalê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Di encama bûyerê de Hasan Çiftçi, Zemzem Çiftçi, Yagız Çiftçi û Mehmet Erenê di otomobîlê de canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê termê her 4 kesan birin nexweşxaneyê.