Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Gareyê bombebaran kir

06-09-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bombebaran Çiyayê Gareyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyeyê danê sibehê 6 cihên Çiyayê Gareyê yê Dihokê bombebaran kirin.

Welatiyê gundê Belaveyê yê Amêdiyê Fayiq Bîrkahînî ji Rûdawê re ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê derdora gundê Girgaşê yê herêma Berê Gareyê û geliyê Şêraneyê bombebaran kirin.

Herêma Berê Gareyê û geliyê Şêraneyê dikevine nav sînorê nahyeya Dêrelûkê ya navçeya Amêdiyê.

Li gorî gotina Fayiq Bîrkahînî, heta niha jî bombebaran berdewam dike.

Fayiq Bîrkahînî destnîşan kir ku piştî bombebarana wan her du cihan, 4 cihên din ên Çiyayê Gareyê ya li derdora gundê Rezîkê hatin bombebarankirin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê her roj çiyayên Gare û Metînê yên navçeya Amêdiyê bombebaran dike.

Tirkiyeyê meha borî 3 caran gundê Guherzê topbaran kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst