Li Xarpêtê agir bi baxçeyê qeysiyan ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Baskilê Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke ne diyar agir bi baxçeyê qeysiyan ket.

Li gundê Sarigulê yê Baskilê şeva borî ji ber sedemeke ne diyar agir bi baxçeyekî qeysiyan ket û ji ber ba belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê yên Rêveberiya Herêmî ya Daristanê çûn cihê bûyerê.

Agir bi alîkariya gundiyan hat vemirandin.

Di encamê de 30 donim baxçeyê qeysiyan zerar dît.