HUDA-PARê li ser Kerkûkê daxuyaniyek da

06-09-2023
RÛDAW
Nîşan HUDA-PAR Kerkûk Yunus Emîroglu Tirkiye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HUDA-PARê li ser aloziyên Kerkûkê got “Divê Tirkiye ji bilî Tirkmenan helwestek giştgîr bo Kurd û Ereban jî nîşan bide.”

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partiya Doza Azadê (HUDA-PAR) Yunus Emîroglu ragihand ku bûyerên vê dawiyê yê li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê çêbûne gihiştine asteke wiha ku bûne sedema nîgeraniyê û got:

“Li dijî hewildanên têkdan û provakasyonê divê hemû alî xweragir bin û bi rihekî yekitî û hevgirtinê tevbigerin.

Divê alî xwe ji çalakî û gotinên ku dibin sedema krîzek etnîkî dûr bixin."

Emîroglu li ser helwesta Tirkiyeyê ya li hember Kerkûkê jî got:

"Tirkiye divê ne tenê bo Tirkmenan herwiha di wê zanebûnê de be ku Kurd û Erebên li navçeyê jî hemnetew, hemol û birayên weletiyên Komara Tirkiyeyê ne û ziman û helwestek giştgîr nîşan bide ku wan jî li xwe bigire.”

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê  Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Yunus Emîroglu roja Sêşemê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyeke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Piştî bûyerên li Kerkûkê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û hinek ji berpirsên îdarî û siyasî yên Tirkiyeyê digotin ku Kerkûk welatê Tirkmenan e lê Yunus Emîroglu li ser vê helwestê jî wiha anî ziman:

“Tirkiye divê ne tenê bo Tirkmenan herwiha di wê zanebûnê de be ku Kurd û Erebên li navçeyê jî  hemnetew, hemol û birayên weletiyên Komara Tirkiyeyê ne û ziman û helwestek giştgîr nîşan bide ku wan jî li xwe bigire.”

“Divê Tirkiye ji bilî Tirkmenan helwestek giştgîr bo Kurd û Ereban jî nîşan bide”

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê HUDA-PARê Yunus Emîroglu wiha axivî:

“Bûyerên li Kerkûkê çêdibin gihiştine asteke wiha ku bûne sedema nîgeraniyê.

Li dijî hewildanên têkdan û provakasyonê divê hemû alî xweragir bin û bi rihekî yekitî û hevgirtinê tevbigerin.

“Divê alî xwe ji gotinên ku dibin sedema krîzek etnîkî dûr bixin”

Divê alî xwe ji çalakî û gotinên ku dibin sedema krîzek etnîkî dûr bixin.

Divê armanca sereke pêkanîna bihevrejiyana Kurd, Ereb û Tirkmenan di nav aşitî û ewlehiyê de be.

Divê rê bi helwestên nijadperst û mezhebî neyê dayîn ku zererê didin vê yekitiyê.

“Dijberkirina grûpeke etnîkî ti sûdekê nade”

Dijberkirina grûpeke etnîkî û mehzhebî li hember grûpekê din ti sûdekê nade.

Berovajî vê dibe sedema zererdîtina hemû aliyan û dibe ku deriyan bo proseyek wêrankertir veke ku pêşî lê neyê girtin.

Divê hemû alî rêzê li mafên destûrî yên hev bigirin û pêbendî van mafan bin.

Welatên cîran ên Îraqê jî divê xwe ji her pozîsyoneke ku navçeyê ber bi nearamî û rûbirûbûnan ve dibe dûr bixin.

Li aliyê din Tirkiye divê ne tenê bo Tirkmenan herwiha di wê zanebûnê de be ku Kurd û Erebên li navçeyê jî  hemnetew, hemol û birayên weletiyên Komara Tirkiyeyê ne û ziman û helwestek giştgîr nîşan bide ku wan jî li xwe bigire.”

Çi bûbû?

Artêşa Îraqê û hêzên Heşdî Şeibî di 16ê Çiriya Pêşîn 2017an de derbasî bajarê Kerkûkê bûbûn.

Artêşa Îraqê û hêzên Heşdî Şeibî avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê vala kir û avahî kir navenda Fermandeya Operasyonê.

Li parêzgehên Îraqê û Kerkûkê dê 18ê Kanûna Pêşîn hilbijartinên encumenên parêzgehan bên lidarxistin.

Beriya hilbijartinan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîya Sûdanî ferman dabû ku avahî careke din radestî PDKyê were kirin.

Piştî vê biryarê, roja 25ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibî û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiyê kon vedabûn û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibûn.

Piştî vê rewşê, 2yê Îlonê Kurd li herêma Rehîmawa ya Kerkûkê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin û xwestin ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.

Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.

Di encamê de 4 Kurd şehîd ketibûn û 15 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst