Li Amedê di hola dawetê de êrişî zava hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li i parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di şeva hineyê de kesekî bi demançeyê gule berdan zava û ew bi giranî birîndar kir.

Li Taxa Gaziler a Payasê, duh dema ku bûk û zavayê bi navê Ahmet E. ji bo şeva hineyê ketin nav hola dawetê kesê bi navê S.A. bi demançeyê ji piştê ve gule li zava reşandin.

Di êrîşê de zava bi giranî birîndar bû û ket.

Herwiha zarokekî li hola dawetê jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Mirovê Ahmet E. ew bir nexweşxaneyeke taybet.

Zarokê birîndar li  Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil tê dermankirin.

Êrîşkar S.A. ku ji cihê bûyerê reviya ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Dîmenên dema êrîşê ji aliyê mêvanekî ku li hola dawetê bû hatine tomarkirin.