Li Şirnexê şerê malbatan: Kesek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn

06-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbû û di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan 5ê Îlona 2022ê li Taxa Kelê ser bi navçeya Cizirê di navbera du malbatên ku dijminatiya wan hebûye şerê bi çekan çêbûye û di encam de 3 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê her 3 kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatine veguhestin lê ligel hemû midaxeleyan kesê bi navê Mervan B. canê xwe ji dest daye.

Termê kuştî bo morga Tiba Dadî hat veguhestin û birîndar jî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha li gor zanyariyan piştî bûyerê kesekî bi navê M.Z.Y hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst