Ziyaretkarên Şîe ji Herêma Kurdistanê diçine Kerbela û Necefê

Hewlêr (Rûdaw) - Ziyaretkarên Şîe yekem car e ji Herêma Kurdistanê diçine Kerbela û Necefê, parêzgarê Hewlêrê dibêje, rojane 20 hezar heta 25 hezar kes ji Hacî Omeran têne Herêma Kurdistanê. Rêveberê ragihandina Başmax jî got, rojane 2 hezar heta 7 hezar ziyaretkar ji wî deriyî tên Herêma Kuridstanê.

Parêzgarên Hewlêr û Silmaniyê dibêjin, wan amadekarî ji bo pêşwaziya ziyaretkaran kiriye, li parêzgeha Hewlêrê cihê hewandinê li Hacî Omeran, Soran û li nav bajarê Hewlêrê li Parka Samî Ebdulrehman hatiye dabînkirin.

Hêsankarî ji bo ziyaretkaran hatine kirin û kesên ku kêşeya wan a paseportê heye dikarin bi belgenameyan bêne Herêma Kuridstanê.

Berê ji bo pêşxistina çûnûhatinê û pêwendiyên wan, di navbera herdu parêzgehên Hewlêr û Urmiyê de, rêkeftineke 16 xalî hatibû ragihandin. Beûek jê taybet bû bi çûnûhatinê di navbera herdu aliyan de û têde hatibû, ew gihiştin rêkeftinê li ser geştkirina ziyaretkarên Îranê bo cihên pêroz ên Iraqê, ji Deriyê Hacî Omeran, herwiha gihiştin rêkeftinê ku karûbarên bazirganî û geştyarî ji deriyê Hacî Omeran – Temerçîn bi awayê 24 demjimêran be.

Geştûguzariya Hewlêrê dibêje, ew ên bi rojê digihêjin piştî bêhnvedaneke kurt ji Hewlêrê diçin, lê yên ku bi şevê digihêjin, dimînin û cihê mana wan li heman cihî, bê beramber ji wan re tê dabînkirin.

Li cihê mana ziyaretkaran, ji bilî destşûştinê û ava pak, şerbet û ça bi bê beramber têne pêşkêşkirin, çend xwaringeh jî li wê derê, koşk jî bi awayekî demkî têne danîn ji bo pêşwaziyê li ziyaretkaran.

Cuda ji wan herdu deriyan, ji sêyem deriyê navdewletî yê Herêma Kurdistanê, ku Perwêzxan e, ti ziyaretkarek naçe Kerbela. Seperiştiyarê wî deriyî , sedema wê yekê vegerandiye hebûna Deriyê Munziriye yê li jêr desthilata Iraqê ku, nêzîk e ji wan û Îran ew derî diyar kiriye.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, hêsankariyê ji bo ziyaretkaran dikin û her rêkarekê didine ber xwe, ji bo parastina selametiya ziyaretkaran û welatiyan.