Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kelûpelên dibistanê gelek buha bûne

Amed (Rûdaw) - Sala xwendinê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 12ê Îlonê de bi temamî dest pê dike. Ji niha de gelek malbat ketine heyrê xwendina zarokên xwe. Lewre hem kel û pelên kirtasiyeyê û hem jî unfîromayên xwendekaran li gorî par ji sedî 100 zêde bûne. Di vê qeyrana aboriyê de xwendin ji bo dê û bavên hejar bûye tiştekî luks.

Ev kel û pelên dibistanê û buhayên wan tenê ji bo zarokek ku nû dest bi dibistana seretayî dike derbas dibe. Ango yên pola yekemîn in. Helbet ev kel û pel têra xwendekarek pola yekemîn nakin.

Xediyê kirtasiyeyê Mustafa Çetînkaya got “Yên di çenteyan de me amade kir ew eşyayên mecbûrî bûn. Kaxizên A4, zeliqok û hevîrê lîstikê jî dixwazin. Ev jî dikin 250 TL. Bi giştî dikin 900 lîre.”

Ev hisab tenê ji bo xwendekarek lê ye. Lê gelek dê û bav hene ku sê çar zarokan bi hev re dişînin dibistanê. Zarok çiqas zêde dibin, barên li ser pişta malbata jî ewqas giran dibin. Malbat ji bo ku hinek erzantir bikirin berê xwe didin dikanên taxên hejaran lê dîsa jî ji heq dernakevin.

Dayika sê xwendekaran Qedriye Denîz dibêje “Sê heb zarok diçin amadehî, navîn û dibistana seretayî. Defter, pirtûk, çente, hemû tişt lazim in. Divê em hemûyan bikirin. Em çawa bikin, nizanin. Wileh pir giran in.”

Seyarfiroş Mihemed Şerîf diyar kir “Qelem e, pirtûk in, çente ne, hemû giran in.”

Bermalî Nayle Ateş destnîşan kir “Wileh tiştekî erzan tune ye. Gerek em hemû tiştan bikirin. Mecbûr e.”

Dapîra xwendekaran ragihand “Lawo ka ji ku pere têr dike? Her tişt buha ye û pere tune ye.”

Dikandar Remzî Cinet got “Ji sedî 50-60 buha bûne.”

Ji bo xwendekarek bi qasî kel û pelên kirtasiyeyê cil û bergên dibistanan jî ferz in. Li dikana herî erzan destek unfîforma ji 300 lîreyî dest pê dike. Du dest unîforma herî kêm 600 lîreyî ye. Buhayê unîformayan li gorî par ji sedî 100 zêde bûye.

Xwediyê dikana unîformayan Huseyîn Oruç dibêje “Her perçeyekî ez bi 100 TLyî difiroşim. Yanî ev fanoreyê zivistanê ye, ev tîşortê havînê ye û ev jî şal e. Sê perçe ne. Sêsed lîre dike. Par 150 TL bû, îsal ji sedî 100 zêde bûye. Yanî du qat bûye.”

Ji xeynî cil û bergên dibistanê, ji bo xwendekarek destek eşofman û pêlav jî ferz in. Dema mirov buhayê wan jî li buhayê kirtasiye û unîformayan zêde dike, di vê qeyrana aboriyê de xwendin ji bo hin malbatan dibe luks.