Kesek ji Edeneyê çû Amedê û dayîka xwe gulebaran kir

06-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jina ku li Edeneyê ji hevjînê xwe cuda bibû û li Amedê ligel dayîka xwe bicih bibû, ji aliyê kurê xwe ve hat gulebarankirin.

Bûyer li Kolana 661. ya Taxa Şêx Şamil a Amedê qewimî.

Li gorî medyaya Tirkiyê, Hediye T. li Edeneyê dema bi hevjînê xwe re nêzîkî hevberdanê bûn, vegeriya mala dayika xwe.

Li gor îdiayan, piştî demekê hevjînê wê jinê yê bi navê Î.T tifingek da kurê xwe yê bi navê Y.T. û ew şand Amedê da ku dayîka xwe Hediye T. bikuje.

Hatiye ragihand Y.T. li Amedê çûye ber mala dapîra xwe û serê sibê li derî xistiye û dayika wî derî vekiriye. Wî jî piştre gule li dayîka xwe reşandin e.

Dayika ku bi giranî birîndar bibû, ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.

li gor zanyariyan êrîşkar Y.T. ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Hat zanîn ku çareseriya ji bo Hediye T. ku rewşa wî giran e, berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst