Di 5 rojan de 14 kolber hatine birîndarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Hengaw a Mafên Mirov belav kiriye ku di dema 5 rojan de 14 kolber bi awayekî rasterast ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine birîndarkirin. Tenê roja Yekşemê, zêrevanên sînor ên Îranê li navçeyên sînorî yên Merîwan fîşek berdane kolberan, 2 kes birîndar kirine û kolberek jî hatiye desteserkirin.

Her roja Yekşemê hêzên zêrevanên sînor ên Îranê li navçeyên sînorî yên Newsûd jî du kolberên xelkê Ciwanro birîndar kirine. Roja Duşembê jî kolberek li sînorê Hengejal li navçeyên sînorî yên Bane birîndar bûye.

Wezareta Navxwe ya Îranê ragihandiye ku kolberiyê bi fermî nasnake û her kesek biçe navçeyên sînorî, wek kesekî yasa binpê kiribin danûstandin ligel tê kirin.

Kolber di deriyên sînor ên nîvfermî re kelûpelan vediguhêzin. Lê hikûmeta Îranê sala 2017an ragihand ku bo organîzekirina sînoran bazar û deriyên nîvfermî digire. Ji wê demê ve gelek caran berpirsan gotine ku sînoran organîze dikin û bi plana nû rê ji kolberan re vedikin, lê heta niha wek xwe maye.

Kolber dibêjin, paşguhxistina navçeyên sînorî û rewşa xirab a aborî, ji xeynî kolberiyê ti rêyeke din ji xelkê re nehiştiye.

Serokkomarê Îranê roja 20.02.2022ê bo “Rêgirî û rûbirûbûna qeçaxê” Wezareta Navxwe erkdar kir ku “Bazarên ser sînor aktîv û organîze bike” û “Cihekî bo wan kelûpelan deyne ku kolber” vediguhêzin.

Îbrahîn Reîsî wê demê, Desteya Rûbirûbûna Qeçaxiya Kelûpelan û Wezareta Navxwe erkdar kir ku “Herî zêde heta mehekê” tedbîr û plana veguhestina kelûpelan ji aliyê kolberan ve bên dariştin.