PKK: Fermandar Dozdar Hamo jiyana xwe ji dest da

06-09-2020
RÛDAW
Nîşan Dozdar Hamo Abdulrahman Hamo PKK Gerîla Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PKKê aşkere kir ku yek ji fermandarên wan Abdulrahman Hamo bi nasnav Dozdar Hamo di êrişeke asmanî ya artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKKê nasnameya fermandarekî wê partiyê aşkere kir ku di êrişeke artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê wê komîteya navborî ve hatiye belavkirin, Abdulrahman Hamo yê bi nasnav Dozdar Hamo Mijdara 2019an di encama êrişeke asmanî ya firokeyên Tirkiyê de li herêmên dikevin nav sînorê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKKê derbarê Dozdar Hamo de dibêje, “hem fermandarekî zîrek ê pêşeng, hem jî hostayekî zîrek ê ramanê bû. Bi salên dirêj di xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê de rêveberî kiriye, di serdemên krîtîk de bi rolên girîng rabûye. Li gel vê, di xebatên civakê de, di xebatên propaganda, dîplomasiyê de cih girtiye, bûye xwedî helwest ku dema partiyê hewce dîtiye li her deverê ji her peywirê re hazir e.”

Her li gor daxuyaniya Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKKê, Dozdar Hamo sala 1969an li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûbû û sala 1990an beşdarî nav refên PKKê bûbû.

Herwiha hatiye gotin, “Di şexsê malbata heval Dozdar de, serê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, yê partiya me, hevrêyê me û gelê me sax be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst