Colonel Myles Caggins: Ezê her dem ji bo Kurdan bibim çiyayek

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Colonel Myles Caggins, ku erka wî di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bi dawî hatiye û duh û îro bi du merasimên cuda ji aliyê HSDê û Hêzên Pêşmerge ve hat xelatkirin, ragihand ew gelek keyfxweş e ku Kurd nas kirine û got: “Ez dê her dem bibim çiyayek ji bo Kurdan.”

Îro bi fermî dawî li erka Colonel Myles Caggins weke Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî hat û di merasimekê de li Hewlêrê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hat xelatkirin.

Myles Caggins di axaftinekê de ragihand, ku ew bo dostaniya li gel Kurdan gelek keyfxweş e û got, niha li Kurdistanê çend dost û hevalên min hene.

Colonel Myles Caggins îro beşdarî Bultena Rojava ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û derbarê bidawîhatina erkê xwe û xatirxwastina xwe ji dost û hevpeymanên xwe yên Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê de axifî.

Myles Caggins axaftina xwe bi Kurdî û bi gotinên, roj baş gelê Kurd û Kurdistan, ez we hemûyan hez dikim destpê kir û ragihand, “ez gelekî xemgîn im ku dê di 9ê Îlonê de biçim.”

Caggins amaje bi serdana xwe ya duh bo Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Duh ez li nav Hesekê bûm, min preskonferansek hebû li gel hevalê xwe yê hêja Mistefa Balî. Min gelek fikir kir li ser wan serboriyên ku me hebû li Iraq û Sûriyê û hemû ew zehmetiyên ku heval û hevpeymanên me li Iraqê û Sûriyê hatiye pêşiya wan, û ew şansê mezin ku min hebû ku bibim berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî û ez gelek hestyar bûm dema ku ez nêzî dost û hevalên xwe bûm û li gel wan rojnamevanan bûm, ku heval û partnerên gelek baş bûn bo min û ez gelekî xemgînim ku ez dê di 9ê Îlonê de biçim.”

 

Li ser pirsa gelo tu dê li Amerîkayê weke dostekî demdirêj bo Kurdan bimînî, Colonel Myles Caggins got: “Îro min ji hevalê xwe kek Şaxewan ê ji Encûmena Asayişê (ya Kurdistanê) re got ku ez dê hemû deman bibim çiyayek ji bo Kurdan û çend ez bikarim bikim û çi ji destê min were dê bo alîkariya xelkê navçeyê bikim. Ezê ji bo we bibim hevalekî baş li nav cîhanê.”

Caggins herwiha diyar kir, ya ji destê wî were dê bo Kurdan bike û got: “Ez dixwazim bêjim ez çi fikir dikim, tiştek tune ye ku ez bikarim bersiva başî û qenciya bi milyonan Kurdan bidim, ku ewqas alîkarî û piştgirî dane hêzên Hevpeymaniya Navdewletî. Ya herî baş ku ez bikarim bikim ev e ku ez behsa van destanan, van gotinan û van ezmûnan li gel dostên xwe, li gel kesên ku nas dikim, besh bikim û besh bikim ku min ji wê navçeyê çend rindî û başî dîtiye.”

 

 

Colonel Myles Caggins duh ji bo xatirxwastinê serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û di merasimekê de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) ve hatibû xelatkirin.

Duh li Hesekê û di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de li gel Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî, Myles Caggins xemgîniya xwe ji ber bidawîbûna erkê xwe li herêmê anîbû ziman û bi çavekî tejî rondik û bi kelegirî gotibû, HSD hêzeke mezin e û ew gelekî kêfxweş e ku li gel vê hêzê şerê DAIŞê kiriye.

Caggins herwiha gotibû, ew gelekî bi şans e ku Kurd nas kirin.

Berdevkê HSD Mistefa Balî jî ragihandibû, ku wan weke HSD hevkarekî hêja ji dest dan, lê dostekî baş û dilsoz heta hetayê qezenc kirin. Mistefa Balî gotibû: “Ceggins dê bi serbilindî vegere. Ji ber ku li dijî mezintirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê şer kir û em bi hev re bi serketin.”