Ji ber ava pîs 2,100 zarok li Hesekê nexweş ketine

06-09-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Ji ber ava pîs 2,100 zarok li Hesekê nexweş ketine
Ji ber ava pîs 2,100 zarok li Hesekê nexweş ketine
Nîşan Rojava Heseke Pirsgirêka avê li Hesekê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Di heyama du mehên derbasbûyî de 2,100 zarok li bajarê Hesekê ku tûşî zikçûnê bûne, serdana Nexweşxaneya Niştimanî ya bajêr kirine, pizîşk dibêjin jiber vexwarina ava sîtêran û ava bîrên tal û şor e, her çende niha ava wêstgeha Elok hatiye berdan, lê pirsgirêka vî bajarî bi avê re nehatiye çareserkirin û nayê zanîn dê kengî careke din çekdarên ser bi Tirkiyê ve avê qut bikin.

Jiyan keçeke biçûk a 7 salî ya ji Hesekê ye, ku navê wê wek avê wateya jînê dide, ji ber ku di demên derbasbûyî de ava paqij bi destê wê neket, neçarî vexwarina aveke ne paqij bû û ji ber wê nexweş ket.

Bavê Jiyanê, Ferhad Derwêş bê deng nema, li Dadgeha Ewropî doz li dijî Tirkiyê dozek vekir û doza wî hat qebûlkirin.

Jiyan Ferhad Derwîş, xwendekar û zaroka nexweş derbarê rewşa xwe ya niha de ji Rûdawê re got: “Zikê min û qirka min diêşe, min derzî û derman birine.”

Ferhad Derwîş, bavê Jiyanê û Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû jî ji Rûdawê re dibêje, wî ji ber qutkirina avê li ser Hesekê, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, dozek li dijî Tirkiyê vekiriye.

Ferhad Derwîş got: “Min peywendî bi Fransa re kir, bi Parîs re, li wir min parêzer girtiye, me xwest doza me têkeve Dadgehên Ewropî, li dijî Tirkiyê jiber ku ew sedem e, ava me qut dibe, ava nayê vexwarin em mecbûr dibûn bikirin, em jî nizanin ew av ji kuderê dihat, doza me hatiye qebûlkirin, dadgeha ewropî bersiva min da û niha em li benda wan in.”

Ne tenê malbata Jiyanê, derdora 1 milyon û 200 hezar kes li herdu bajarên Hesekê û Til Temir, rastî pirsgirêka kêm aviyê hatine û di dema du mehên derbasbûyî de avek vexwarine ku bi kêrî vexwarinê nayê.

Beşê hewarçûnê li Nexweşxaneya Hesekê pêşwaziyê li wan zarokên nexweş dike, ku ji ber vexwarina ava pîs nexweş ketine.

Pizîşk û Serokê Beşê Hewarçûnê li Nexweşxaneya Hesekê, Enter Sîno ji Rûdawê re dibêje: “Nîşaneyên wê, zikêş û iltîhabatê zik û roviyan in, beşek ji wan 3 yan 4 yan heya heftiyekê jî berdewam diman, gelek jî giheştin halê sîromê, piştî av hat bi çend rojan, hejmara kesên ku zikê wan diçe kêm bû.”

Piştî êrîşa Cotmeha 2019 a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ku hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê xistin bin kontrola xwe, hêzên Tirkiyê û komên çekdar gelek caran ava wêstgeha Elok li ser Hesekê û gundewarên derdora wê qut kirine.

Tevî navbeynkariya Rûsyayê jî lê çareserkirina wê pirsgirêhê girêdayî rêkeftineke siyasî dimîne ku heya niha nehatiye kirin.

Herî dawî şanda Meclisa Sûriyeya Demokratîk di serdana xwe ya bo Moskowê de, mijara bê av mana Hesekê bi Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re gotûbêj kiribû û şandê daxwaz ji Lavrov kiribû, ku hewla çareserkirina pirsgirêkê bide.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst