Galeriya wêneyan

06-09-2019
33 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) – Bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li Hewlêra paytext Pêşangeha Rojhilata Navîn Bo Xwendin û Teknolojiyayê hate vekirin.

Pêşangeh duh Pêncşemê 5ê Îlonê hat vekirin û dê heta 8ê Îlonê berdewam be. Rojane ji demjimêr 09:00 sibehî ve pêşangeh dest pê dike û heta demjimêr 17:00an vekirî dimîne.

Zêdetir ji 25 zanîngeh û peymangehên navxweyî û derve di pêşangeha vê care de beşdar bûne. Di pêşangehê de destkevtên zanistanî û herwiha metodên fêrkirinê yên zanîngehan, têne nîşandan.