Encûmena Rêveber a Şedadê projeyên xizmetguzariyê cîbicî dike

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî peydabûna aramiyê û rewşa ewle, Encûmena Rêveber a bajarê Şedadê hejmarek projeyên xizmetguzarî li wê deverê cîbicî dike.

 

Projeyên wan taybet in bi elektirîk, av, û avakirna firinan e.

 

Li gorî rayedarên bajarê Şedadê niha ji sedî 50 ji wan projeyan pêk hatine.

 

Li bajarê Şedadê ya bi ser parêzgeha Heseka Rojavayê Kurdistanê ve, komîteyên girêday encûmena xwecehî, dest bi bi cibicîkirina hejmarek porjeyên xizmetguzariyê kirin û di serî da, peydakriina elektirîk û avakriina nanpêjgehan û li gorî rayedarên wî bajarî ku ta niha ji sedî 50, ji projeyên wan temam bûne û hewl dikin beriya demsala zivistanê, porjeyên wan bi tevahî temam bibin.

 

Cîgirê Hevserokê Şaredariya Şedadê, Yasir Dixêm dibêje: “Niha li pêş me gelek proje hene, û komîteyên xizmetguzariyê wan projeyan dişopînin, di nav wan porjeyan de, avrêj û tenderûstî ye û niha bêhtirî ji sedî 50 pêk hatiye û hêviya me ewe ku di nêzîktirîn dem de heman proje temam bibe.”

 

Li hember proejyên xizmetguzairiyê, pilana projeyên çandiniyê jî hatine danîn û ji ber ku herêma Şedadê, taybete bi çandiniyê, komîteya aborî girîngiyreke mezin dide vê babetê.

 

Serokê Komîteya Aborî ya Encûmena Şedadê, Enwere Hac Xelîl jî radigihîne: “Komîteya me serpereştiya komîteya çandiniyê, bazirganiyê û çaksaziyê dike, em gelek guhdanê dide karê nanpêjgehan, ji ber ku nan pêwîsteyeke rojane ye û divê were dabîn kirin, niha hinek kêmayi di ard de heye, û kar tê kriin da ku di rojên pêş de, qebareya ard bêhtir bibe.”

 

Gelek proje li pêş encûmena Şedadê hatine danîn û hewl dikin li hember dabînkirina xizmetguzariyê ji bajarê Şedadê re, elektirîk û nan û pêwêstiyêln din ji gundan re jî peyda bikin.