Polîsên Serbazî yên opozisyonê li Efrînê avêtin ser du taxên bajêr

06-09-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Çekdarên opozisyonê Polîsên serbazî Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Polîsên Serbazî li bajarê Efrînê bi ser her du taxên Eşrefiyê û Zêdiyê yên başûrê rojhilatê bajêr de girtin.

 

Li gor çalakvanên bajarê Efrînê, doh roja Çarşembiyê 5ê Îlona 2018 hêzeke Polîsên Serbazî ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ye, bi ser her du taxên Eşrefiyê û Zêdiyê de girtine û li her du taxan operasyon kirine.

 

Polîsên Serbazî yên opozisyonê, li her du taxên taxên Eşrefiyê û Zêdiyê yên Efrînê avêtine ser gelek malên welatiyan û lêgerîn û pişkinîn li wan malan encam dane.

 

Li gor çalakvanên Efrînî, hêzên Polîsên Serbazî telefonên destî yên nîştecihên wan her du taxan ji wan standine û pişkinîn li ser hesabên welatiyan ên di torên civakî de encam dane.

 

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca vê operasyona hêzên opozsiyona Sûriyê, aşkerekirin û girtina wan çalakvanên Kurd ên Efrînî ye, ku nûçe û zanyariyan li ser kirdar û binpêkirinên çekdaran li wê herêmê, belav dikin û wan zanyariyan digihînin destê medyayên Kurdî û cîhanî.

 

Hêj nehatiye zanîn, ku di operasyonê de ti kes hatiye girtin yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst