GIŞTPIRSÎ – Li Kerkûkê yekdengî heye

Kerkûk (Rûdaw) – Li parêzgeha Kerkûkê xebatên ji bo piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bikelecan dest pê kir.


Wurya Ubed ê xelkê Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand wan wekî komekî xort li ser kolane û cadeyên bajêr afîş û pankartên giştpirsiya serxwebûnê daliqandine.


Ubed wiha got: “Em wekî xelkê Kerkûkê giştpirsî ji bo me gelek girîng e. Em dixwazin bibin serbixwe. Armanca me ew e ku li bajêr dengê herî zêde yê ERÊ derbikeve.”


Serokê Desteya Îdareyên Derveyê Herêma Kurdistanê (herêmên binakok) Nasredîn Sindî jî got: “Herêmên binakok ne wewî Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ne. Lewma divê em ji bo van herêman ji yên dîtir zêdetir bixebitin. Em dizanin xelkê van herêman jî dilsoz û kurdperwer in. Em pêşbinî dikin ku rêjeya beşdarbûnê dê zêde be.”


Cîgirê Serokê Şaxê Kerkûkê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rewend Mele Mahmûd jî wan rê nedaye ku nakokiyên li Herêma Kurdistanê di navbera partiyên siyasî de li îdareyên derveyê Herêma Kurdistanê jî rû bidin.


Rewend Mele Mahmûd wiha axivî: “YNK li Kerkûkê xwedî bandor e, û hewl da yekîtiya partiyên siyasî biparêze. Çenabe partiyek tenê bi sere xwe bangeşeya giştpirsiyê birêve bibe, niha em hemû bihev re ne.


Tê pêşbinîkirin ku dê li herêmên îdareyên derveyê Herêma Kurdistanê di 25ê îlonê de derdora 2 milyon dengê bê bikaranîn.