YNK: Yan tifaq, yan jî hilbijartina pêşwext

06-09-2015
RÛDAW
Nîşan YNK Kirîza serokatiyê Hilbijartina pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku, derbarê pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê eger di navbera aliyên siyasî de rêkeftinek çênebe, baştirîn rê bo çareserkirina vê qeyranê, jilbijartina pêşwext e.

Ofîsa Kargêrê Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di daxuyaniyekê de ragihand: “Derbarê wê pirsê de Bextiyar ti proje pêşkêş nekiriye. Tenê me û Goran û Yekgirtû û Komela Îslamî bi hev re yek proje pêşkêş kiriye.”

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Polîtburoya YNKê di civîna 3ê Îlonê de biryar daye ku eger aliyên siyasî negihên tifaqekê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ti însiyatîvekê pêşkêş neke, baştirîn rê bo çareseriyê hilbijartina pêşwext e.

YNK, Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî dixwazin serok hercar ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê bê diyarkirin. PDK dibêje divê serok hercar ji aliyê xelkê ve bê hilbijartin.

Her 5 aliyên siyasî niha civînan lidar dixin bo çareserkirina vê kirîzê. PDKê dibêje eger rêkeftin pêk nehat bila hilbijartina pêşwext pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst