QAMIŞLO - Leşkerên Tirkiyeyê gulle berdan kurdan

06-09-2015
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamîşlo Bakurê Kurdistan Nisêbîn Leşkerên Tirkiyeyê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî ciwanekî kurd ji taxa Qedûr Beg a bajarê Qamişlo li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de bi destê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hat kuştin.

 

Çavkaniyekê ji Qamişlo ji Rûdawê re ragihand, xortê bi navê Metîn Silêman li gel hevalekî xwe şeva borî hewl dane ku bi qaçaxî derbasî bakurê Kurdistanê bibin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê li nêzîkî sînorê di navbera bajarên Qamişlo li aliyê Rojavayê Kurdistanê û Nisêbîn li aliyê Bakurê Kurdistanê de her 2 xort rastî gullebarana cendirmeyên Tirkiyeyê tên.

 

Di encama gullebarana leşkerên tirk de Metîn Silêman hat kuştin û hevalê wî rizgar dibe.

 

Li gor agahiyên çavkaniyê Rûdawê, Metîn Silêman ê ku li ser sînor bi destê leşkerên tirk hatiye kuştin, 22 salî ye û cenazeyê wî îro, li Qamişlo bi axê hat spartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst