Huseyîn Çelîk: Jêbirina hişyariyên Kurdî ne mirovî û ne jî hiqûqî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Huseyîn Çelîk ragihand ku ew jêbirina hişyariyên Kurdî yên li ser rêyan rast nabîne û got, “Zimanê dayikê wekî şîrê dayîkê ye û Jêbirina hişyariyên Kurdî ne mirovî û ne jî hiquqî ye.”
Şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê DEM Partiyê de li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê li ser rêyan û bi Kurdî “Pêşî Peya” û “Hêdî” dinivîsin.
Lê ew hişyarî bi bi fermana Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê û bi biryara parêzgariyan tên jêbirin.
Şaredariyên DEM Partiyê careke din wan hişyariyan dinivîsîn lê bi heman awayî dîsa tên jêbirin.
Wezîrê Berê yê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk beşdarî bultena Rûdawê bû li ser jêbirîna nivîsên Kurdî, pirsgirêka Kurd û pêvajoya çareseriyê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.
“AK Partî tevî dewleta kûr hate avakirin”
Huseyîn Çelîk wiha got:
“Dema AK Partî hat avakirin, tevî dewleta kûr hate avakirin.
Wate ji avakirina Komara Tirkiyeyê ve mixabin polîtîkayên fermî yên dewletê li ser redkirin, tinehesibandin û bişaftina Kurdan bûn.
AK Partî ji bernameya xwe dest pê kir û bi awayekî zêdetir mirovî nêzîkî vê meseleyê bû.
Ev 15 al in ev nivîs bi ti awayî nebûn pirsgirêk.
Di meseleya Kurd ku meseleyeke aramiya Tirkiyeyê ye pêvajoyeke çareseriyê ya wiha ku welatîbûna komara Tirkiyeyê wekî bingeh qebûl dike hate rojevê.
“Zimanê dayîkê wekî şîrê dayîkê ye”
Ev demekê bi serkeftî jî hat meşandin lê niha ew xala ku em hatinê, ez karên wê partiya ku ez jî endamê wê me bi ti awayî pesend nakim.
Vê yekê rast nabînim û mirovî û hiquqî jî nabînim. Di encamê de zimanê dayikê yê mirovekî ji bo wî wekî şîrê dayika wî ye.
Ev mafekî herî sereke yê mirovî ye û hûn nikarin mirovan ji vê mehrûm bihêlin.
Ev li dijî hiqûqa gerdûnî û hikmên Xwedê dê ye. Jixwe li Tirkiyeyê zimanê fermî û perwerdeyê bi Tirkî ye.
Ji bo ku li çend şaredariyan çend tabela hatin nivîsîn eger hûn vê yekê wekî gefekê li dijî yekitî û yekrêziya dewletê bibînin û bi tirsa xeyalî ya dabeşbûnê nêzîk bibin hûn dê gelek xelet bikin û xeletiyeke girîng bikin.
“Dabeşbûna sereke dabeşbûna di dilan de ye”
Dabeşbûna sereke dabeşbûna di dilan de ye. Li Tirkiyeyê ti kesek dabeşbûnê naxwaze.
Ti kesek nabêje welatiyên li Colemêrg, Wan, Agirî û Qersê dixwazin bi pasaportan biçin Antalya, Îzmîr û Stenbolê.
Mirov mafên demokratîk dixwazin. Mirov dixwazin wekî mirovan bijîn û dixwazin rêz li cûdahiyên wan bê girtin.
Ji ber wê min hertim ev karên ku hikûmeta me dike û polîtîkayên wê yên van demên dawî rexne kirine û ez dê li ser rexnekirinê berdewam bim. Ev polîtîkayên xelet in û ne rast in.
Ev mesele meseleyeke ku ji bilî têkoşîna demokratîk ti rêyeke wê nîne.
Heta îro derketiye holê ku bi teror, çek, kuştin, xwînrijandin, mirin û kuştinê ev pirsgirêk çareser nabe.
Têkoşîne demokrasiyê ne têkoşîneke asan e, zor e, dem jê re lazim e lê saxlem e.
Wekî din dê canê herkesî bişewite, dê her kes jê zererê bibîne.
Bi salan e li Tirkiyeyê xwîna ku dirije û rondikên ku dayîk dirijînin em hemû dizanin.
Ez dîsa tekez dikim ji bilî têkoşîna di çarçoveya hiqûqê rêyeke din nîne.
Bêyî ku vî karî hewaleyî terorê û çekê bê kirin, di nav hiqûqê de divê bi siyaset, hiqûq û demokrasiyê têkoşîn bê kirin, ji xeynî vê rêyeke din tine.”
“AK Partî ji rûyê MHPyê piştgiriya Kurdan winda dike”
Huseyîn Çelîk li ser tifaqa AK Partî û MHPyê wiha axivî:
“Bi ya min AK Partî ji ber vê hevkariyî bi berdewam xwîn winda dike, bi berdewamî piştgiriya Kurdan winda dike
Her ku diçe di navbera xwe û Kurdan de lêkirina dîwar didomîne.
Li Tirkiyeyê herî kêm 20 milyon Kurd hene. Ev tê wateya 15 milyon dengan.
Ji 5 milyon kes deng didin HDPyê. Yên mayî jî ez îdia dikim ji 10 milyonan 8 milyon dengên xwe didan AK Partiyê. Binêre ez dibêjîm dida, êdî nade. Piraniya wan êdî nade.
Ez dibînim ku ev sedemeke pir girîng e ku AK Partî di hilbijartina dawî ya 31ê Adarê de winda kir.
Ez vê li qadê dibînim, dema bi mirovan re diaxivim vê yekê dibînim. Di vî warî de, hûn berdêla xeletiya ku we kiriye hûn dê bidin.
Heta ku AK Partî bi MHPyê re hevkar be mixabin navê çaverêkirin ku bi destê dewletê gavekî demokratîk bê avêtin.
MHP li ser nijadperestiyê siyaset dike û îdeolojiya wê Tirkperestî ye”
Yanî dê gav neyên avêtin, ji ber ku MHP partiyek e ku li ser nijada milet siyasetê dike û îdeolojiya wê Tirkperestî ye.
Ez bixwe li hemberî Tirkperestiyê me, li hemberî Kurdperestiyê me jî. Em tevgereke li ser bingeha welatîbûna Komara Tirkiyeyê bûn.
Dema ku partiya me hat avakirin di bernameya wê de ev wekî bingeh hatibû wergirtin.
Me got, netewa wî çi dibe bila bibe, zimanê wî çi dibe bila bibe, mezheba wî çi dibe bila bibe her kesê ku welatiyê Komara Tirkiyeyê ye welatiyê yekem e.
Mafên çandî yên her kesî mafên wan ên herî xwezayî ne.
Kurd li Tirkiyeyê piştî Tirkan koma herî mezin in, nifûs herî zêde ya Kurdan e.
Eger hûn dixwazin aramiyê bibînin, divê hûn aramiyê bidin mirovîn ku hûn bi wan re dijîn.
“Yan wê Tirkiye vê meselê çareser bike yan jî ev mesele wê me parçe bike”
Di dema pêvajoya çareseriyê de min her tim vê got: Niha pirsgirêka herî giring û herî şewitîner pirsa Kurd e.
Yan wê Tirkiye vê meselê çareser bike yan jî ev mesele wê me parçe bike, wekî din tu rê tune. Hêviya me, hêviya min a şexsî ev e.
Gava ku ez ji rayêdarên bibandor ên AK Partiyê re dibêjim divê birêz Serokkomar vegere eyarên fabrîqeyê, dibêjin `Eyarên fabrîqeyê çi ne?`
Ez dibêjim eyarên fabrîqeyê barnameya AK Partiyê ye.
Bernameya AK Partiyê yek ji bernameyên herî azadîxwaz û demokratîk ên cîhanê ye.
Lê di bernameyê de çi hatiye nivîsandin ne giring e, ya giring ew e ku hûn çawa pêk tînin. Gelo dê AK Partî vegere eyarên fabrîqeyê?
Temenî û arezûya min ev e lê ya bi rastî ez pir ne bi hêvî me.”