WAN - Pora zarokên ku dikevin golê zer dibe

06-08-2024
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Pora Zer Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pora zarokên ku di mehên havînê de dikevin Gola Wanê zer dibe.

Pispor dibêjin ku rengê pora zarokan, bi tesîra ava bisoda û tirêjên rojê vedibe.

Gola Wanê ku gola herî mezin a bisoda ya cîhanê ye û di heman demê de gola herî mezin a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye, mehên havînê peravên wê bi qasî peravên Ege û Deryayas Spî zindî ne.

Ew gola Bakurê Kurdistanê, ji asta deryayê hezar û 700 metre bilind e, rûbera wê 3 hezar û 713 kîlometre çargoşe ye û kûrahiya wê jî 451 metre ye.

Gola ku bi bedewiyên xwe yên siruştî û kendavên xwe yên biçûk balê dikişîne, zarokên li nêzîkî peravên wê dijîn havînê ji bo xwe hênîk bikin dikevinê.

Pora zarokan piştî demekê zer dibe

Pora zarokên ku dikevin golê piştî demekê ji ber tesîra sodayê zer dibe.

Niştecihê gunde Aderê yê navçeya Tuşbayê Ekrem got ku por û birhên hemû zarokên ku di golê de avjeniyê dikin havînê zer dibin û zivistanê jî dîsa vedigerin rengê xwe yê berê.

Prof. Dr. Hatice Uce Ozkola li Beşa Dematolojiyê ya Zanîngeha Yuzunucu Yilê mamoste ye jî da zanîn ku ava bisoda ya Gola Wanê mehên havînê bandorê li rengê por û çermê mirovan dike.

“Ava bisoda û tirêjên tavê tesîrê dikin”

Pora zarokên ku dikevin golê zer dibe

Hatice Uce Ozkolê diyar kir ku ji ber tesîra tavê û ava bisoda por zer dibe û wiha domand:

“Bi taybetî jî tesîr zêdetir li wan kesên ku laşê wan bi rûn ên dikevin golê dibe.

Ava bisoda ya golê qata mirî ya çerm ji holê radike. Ji ber vê yekê zarokên ku gelek dikevin avê pora wan zer dibe.

Ava bisoda û tirêjin tavê bandora xwe zelalkirina rengan heye.

Ne zarokên esmer lê  arokên ku pora wan hinekî qehweyî zêdetir zer dibe û yên pora wan gevez jî hîn bêtir sor dibe.”

Zivistanê por dîsa vedigere rengê xwe yê normal

Bi gotina Hatice Uce Ozkolê mehên zivistanê bandora wê namîne û por dîsa vedigere rengê xwe yê normal.

Havînê zarokên dikevin Gola Wanê

Xwendekarê pola 4emîn Semih Gokê 11 salî jî  got ku dema betlaneya havînê dest pê kir ew çûne golê.

Semih Gok diyar kir ku gundê wan li qeraxa Gola Wanê ye û wiha got:

 "Dema betlaneya havînê dest pê dike em dest bi çûna Gola Wanê dikin.

Em her roj di golê de avjeniyê dikin. Ev jî dibe sedem ku porê me zer bibe. Em ji vê yekê kêfxweş in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst