Amed: Hefteyê 4-5 bijîşk ji bo koça derveyî welat serlêdanê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê ragihand ku li parêzgeha Amedê  hefteyê 4-5 kes ji bo ku koçî derveyî welat bikin û li wê derê kar bikin li cem wan serlêdanê dikin.

Bijîşkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê van salên dawî ji ber rewşa xirab a aborî û şert û mercên giran ên kar neçar dimînîn koçî welatên derve bikin û roj bi roj hejmara bijîşkên koç dikin zêde dibe.

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Veysî Ulgen derbarê koça bijîşkan ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser sedemên koça bijîşkan.

“Bijîşk ji paşeroja xwe nîgeran in”

Ulgen ragihand piştî ku ew bûye Serokê Odeya Bijîşkan, li Amedê her hefte 4 heta 5 bijîşk ji bo ku koçî derveyî welat bikin û li wê derê kar bikin serî li wan didin û li cem wan “Belgeya Rewşa Baş” werdigirin û got:

“Li derveyî welat vê belgeyê dixwazin. Ev ji aliyê Odeya Bijîşkan ve tê dayîn.

Ez xemgîn im ku ewqas bijîşk bi taybetî bijîşkên ciwan pîşeya xwe li derveyî welat bikin. Em vê qebûl nakin. Ev bijîşk çima diçin.

Helbet 1-2 bijîşk dikarin biçin lê ev hejmar gelekî zêde ye. Bijîşk ji paşeroja xwe nîgeran in.”

“Bijîşk nikarin pîşeya xwe bi cih bînin”

Veysî Ulgen ameje bi wê yekê da ku sedema koça bijîşkan ne tenê pisgirêkên aborî ne û got:

“Bijîşk nikarin pîşeya xwe bi cih bînin. Bijîşkek divê di şert û mercên azad de bêyî ku di bin ti zextekê de be pîşeya xwe bike.”

“Çûna bijîşkan a derveyî welat ne tenê aborî ye”

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê bal kişand ser tundûtûjiya li dijî bijîşkan jî û got:

“Pirsgirêka tundûtûjiya di tenduristiyê de hîn jî nehatiye çareserkirin.

Hefteya borî li Amedê hevpîşeyeke me ya jin rûbirûyî tundûtûjiyê bû.

Tundûtûjiya li hemberî bijîşkan heye û ev yek hîn nehatiye çareserkirin.

Çûna wan a bo derveyî welat ne tenê aborî ye.”

Veysî Ulgen diyar kir ku ew mûçeyê bijîşk li Tirkiyeyê werdigirin têrî wan nake û got:

“Ji ber ku têr neke hewl didin pereyekî zêdetir bi dest bixin. Li nexweşxaneyên taybet kar dikin.

Hinek bijîşk hene ku 2-3 karên zêde dikin. Di encamê de bijîşk ji mûçeyên xwe ne razî ne û ji ber vê yekê ev pirsgirêk çêdibin.”