Li Êlihê nobeta berazan tê girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundên Qerqat û Balanê yên navçeya Kercosê ya Êliha Bakurê Kurdistanê nobeta berazan tê girtin.

Cotkarên gundên Qerqat û Balanê bi otomobîlan li nav bax û bistanên xwe digerin da ku beraz neyên.

Ev serê çar salan e ku beraz xisarê didin berhemên çandiniyê û gundî bêzar bûne.

Ji ber ku bexçe û zeviyên xwe biparêzin bi şevê nobetê digirin.

“Bi hevalên xwe re heta sibehê dimînin”

Cotkarê bi navê Huseyin Badakol wiha behsa berazan û nobetê kir:

“Vê dawiyê beraz hatine vê derê, zererê dighînin zeviyên me.

Bi şevan yek ji me li nav erd radizê û yê din jî çavdêriyê dike.

Bi otomobîlê digerin, şewqê pê dixin û dengê xwe bilind dikin.

Piştre diçin ser daran û çavdêriyê dikin, bi hevalên xwe re heta sibehê dimînin.”

Ew bi dirêjahiya salê bi ked û xwêhdana xwe genim û ceh, tirî, bacan, xeyar, dolmik, zebeş û gelek berhemên din hildiberînin.

Dema berhemê wan digihin ji ji bo ku keda wan li ber avê neçe dest bi nobetê dikin.

"Beraz zererê dighînin hemû bax û bistanan"

Muxtarê Gundê Qerqatê Abdulhalik Çelîk da zanîn ku wan tedbîr standine lê dîsa jî beraz tên û li pey çû:

“Her çiqasî me derdora zeviyên xwe bi têlan pêçabe jî em sere sibehê dibînin ku beraz di bin têlan re çûne, berhemên me xwarine û zerer gihandinê.

Beraz zererê dighînin hemû bax û bistanan. Ji ber ku em bi rojê li nav zeviyan in, beraz nayên lê bi şevê tên.”

Cotkarên navçeyê hewl didin li gorî şiyana xwe, zeviyên xwe ji garanên berazan biparêzin.

Aliyên berpirs derbarê mijarê agahdar kirine û li bendê ne ew jî ji wan re bibin alîkar.