Rûsya li Kobaniyê bi cih bû!

06-08-2024
Nîşan Rûsya Kobanî Sûriye Bicihbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya piştî 3 salan vegeriya bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hêzên Rûsyayê vegeriyane baregeha xwe ya bi navê “Îzae”yê ya li Kobaniyê.

Hêzên Sûriyeyê jî çûne

Li gorî heman çavkaniyan, hêzên Hikûmeta Sûriyeyê jî bi leşkerên Rûsyayê re li wê baregehê bi cih bûne.

Navenda Lihevkirinê ya Rûsyayê roja înê ragihandibû ku hêzên Rûsya û Sûriyeyê li Kobaniyê baregeheke leşkerî daniye lê behsa navê baregehê nehatibû kirin.

Divê were gotin ku hêzên Rûsyayê sala 2021ê ji wê baregehê vekişiyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst