Nasnameyên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya sê gerîlayên ku li Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê diyar kir ku her sê gerîlayan Nîsana 2024an li Xakurkê “di êrişa dijmin” de canê xwe ji dest daye û got:

“Hevrêyên me Sema, Bahoz û Firat tevlî gelek karên li herêmên cuda bûn, bûn milîtanên mînak, bi tevlîbûna xwe serketinên mezin afirandin û li gorî ruhê demê têkoşiyan ku cewhera wê fedaîtî ye.”

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:

Sema Cuya Çewlîk: Navê wê yê fermî Zîlan Azak e û ew ji Çewlîga Bakurê Kurdistanê ye.

Firat Harûn: Navê wî yê fermî Halef Karacan e ew ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ye.

Bahoz Hewlêr: Navê wî yê fermî Fawaz Oso ye û ew ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

HPGyê daxuyand ku Sema Cuya Çewlîk û Bahoz Hewlêr sala 2015an û Firat Harûn jî sala tevî refên gerîlayan bûne.