Tevgera Azadiyê: Em ne bi ser PKKyê ve ne û biryar siyasî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiyê hincetên ji bo girtina tevgera wan red kirin û got, “Biryar siyasî ye, destên derve û xiyanetê li pişt e.”

Lijneya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Îraqê bi hinceta ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye biryara girtina 3 partiyên li Îraqê û Herêma Kurdistanê da.

Lijneyê biryar da ku navendên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadiyê) werin girtin û dest deynin ser pereyên wan.

Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê îro li dijî vê biryarê civîneke rojnamegerî li dar xist û li ser navê rêveberiyê Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Husên axivî.

Tara Husênê diyar kir ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê 17ê Çiriya Pêşîna 2014ê hatiye avakirin û ji vê demê ve bi awayî sivî kar û xebatên xwe dimeşîne.

“Me heta niha ti binpêkirinên neyasayî nekiriye”

Tara Husênê da zanîn ku Tevgera Azadiyê destûra fermî ji Saziya  Karûbarên Siyasî û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê wergirtiye û got:

"Wekî partiyeke siyasî me heta niha ti binpêkirinên yasayî nekiriye, ti tometên qanûnî li ser endamên me û partiya me çênebûne.

Em hemû tometên ku li ser me tên kirin red dikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev biryar neqanûnî ye û binpêkirineke cidî ya siyasî û yasayî ye û li ser vê yekê delîlên me hene.”

“Em dê bi rêya yasayî têbikoşin”

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiyê red kir ku wan pere ji hêz, kom û partiyan ji derveyî Îraqê wergirtibe û wiha domand:

“Em bangî Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê dikin ku îsbat bikin ku Tevgera Azadiyê li ku derê tiştekî neqanûnî kiriye. Bi rastî em li dijî her hêzeke biyanî ne ku li dijî pêkhateyên Îraqê be.

Em hêzeke sivîl, demokrat, xwedî destûrîn û em amade ne bi rêya yasayî li hemberî her tohmetên li dijî me tên kirin, têbikoşin.”

Tara Husênê herwiha tekez kir ew bi temamî serbixwe ne û ne PKK û ne jî hezeke din fermanê wernagirin.