Bakurê Kurdistanê dişewite: Pileya germahiyê her ku diçe bilindtir dibe

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Germahiya Zêde Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê bilind dibe û dê di rojên pêş de bigihêje 45 pileyan.

Li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê li gor demsalê 2-4 pileyan bilindtir e.

Li parêzgehên Riha, Amed û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê 42 ye û heta roja seşemê dê bigihêje 45 pileyan.

Li bajarên Serhedê yên weke Wan û Erzeromê jî pileya germahiyê heta 29-30 pileyî dadikeve.

Pileya germahiyê li Riha, Amed û Êlihê 42, li Sêrtê 39, li Meletiyê 39, li Dîlok û Mêrdînê 38, li Erzerom û Qersê 30 û li Wanê ku bajarê herî hênik ê Bakurê Kurdistanê ye 29 pile ye.

Li tevahiya Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê heta roja çarşemê 3-4 pileyan bilind dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst