Li Sêwaz û Rihayê bûyerên trafîkê: Miriyek û 8 birîndar

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek qulibî, 5 kesên ji heman malbatê birîndar bûn.

Otomobîla Şevket Altunyuzuk li ser rêya Siwêreg-Semsûrê ji rê derket û qulibî.

Di bûyera trafîkê de şofêr û kesên pê re Emîne (43), Muzeyen (56), Nîhat (22) û Zeki Altinyuzuk (27) birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin birin, dermankirina birîndaran berdewam e.

Li Sêwazê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn: Miriyek û 3 birîndar

Dîsa şeva borî li navçeya Şarqişlayê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Jeepa bi şofêrtiya O.T. û barhilgira bi şofêrtiya S.Y. li ser rêya Sêwaz-Kayseriyê li çerxerêya navçeya Şarqişlayê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Di bûyerê de O.T., H.N.T., H.M.T. û M.A. birîndar bûn. Birîndar ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şarkişleyê hatin şandin lê birîndarê bi navê O.T. yê ku ji bo Sêwazê hat şandin, canê xwe ji dest da.

Li gor amarên fermî yên Hezîrana îsal hatine belavkirin, di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala borî jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûbûn û di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû û 291 hezar û 151 kesên din jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst